İrem Demir
24 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2025
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi minasebeta 102yemîn salvegera îmzekirina Peymana Aştiyê ya Lozanê va peyamek weşand.
Di peyamê da ya ku ji hêla Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat parvekirin, Serokomar Erdogan bal kişand ku îro, 102yemîn salvegera îmzekirina Peymana Aştiyê ya Lozanê ye ku îrade û têkoşîna serxwebûnê ya gel di nezdê hiqûqa navneteweyî da tescil û teyîd kir.
Serokomar Erdogan di peyama xwe da wiha got:
"102 sal piştî Lozanê rêwîtiya welatê me ya pêşketin û refahê bi vîzyona Sedsala Tirkiyeyê bi biryardarî didome. Bi polîtîkaya xwe ya dereke ya li ser esasê aştî, hevkarî û rêzgirtina dualî va em bi gavên jixwebawer va dimeşin ku li herêma me û dinyayê bibin hêzeke muesir. Îro roj di her warî da em ji duh baştir in; înşelah em ê sibê derkevin astên baştir. Di 102yemîn salvegera Peymana Aştiyê ya Lozanê da ez, avakarê Komara me Xazî Mustafa Kemal, lehengên Têkoşîna Neteweyî û şehîdên me yên ku canê xwe di ber welat da dane bi rehmet bi bîr tînim; xaziyên me bi minet bi bîr tînim."