01 Gulan 2016•Rojanekirin: 02 Gulan 2016
KILÎS
Li Kilîsê 2 guleyên roketê yên ku ji aliyê Sûriyê hatin agirkirin, yek jê li otoparkê ya din jî li hewşa malekê ketin û di encamê da yek jê hemle 4 jin birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, guleya roketê ya ku ji Sûriyê hat avêtin, li otoparka nêzîkî Kolana Cumhuriyetê ket. Di teqînê da Hamîde Altiayak (46) û Hulya Ten (28) birîndar bûn.
Biqasî 10 deqîqe piştî vê bûyerê, dîsa ji Sûriyê guleyeke roketê hat agirkirin û gule li hewşa mala li taxa Beşevlerê ket. Di bûyerê da Nerdane (35) ku diyar bû hemle ye û Ferîde Saribaş birîndar bûn.
Piştî teqînan gelek ambûlans û ekîbên agirkujiyê şandin herêmê. Ekîbên 112 Servîsa Bilez birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
Li deverên ku gule lê ketin, di avahî û wesayîtan da xesar çêbû. Ekîbên polêsan li hawirdorê tevdîrên ewlekariyê standin.
- 9 endamên DAEŞê hatin kuştin
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên leşkerî hat wergirtin, piştî êrîşan unsûrên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi wesayîta bêmirov a asîmanî va li herêma Suranê di kozikên roketavêjê tespît kirin.
Bi obusên bahozê û bataryayên roketavêjê yên pirlûle va kozikên rêxistina terorê DAEŞê dan ber guleyan û di encamê da 9 terorîst hatin kuştin