01 Gulan 2016•Rojanekirin: 02 Gulan 2016
GAZÎANTEP
Di êrîşa terorî ya ku bi wesayîta bombebarkirî ve li ber derê Midûriyeta Ewlehiyê ya Gazîantebê hat lidarxistin de 2 polês şehît bûn, 18 jê polês 22 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan li ber avahiya Midûriyeta Ewlehiyê ya Gazîantebê ya ser Bûlvara Prof. Dr. Mûammer Aksoyê ye bi wesayîta bombebarkirî ve êrîş hat kirin.
Di êrîşa ku saet 09.20î qewimî de polêsek cangorî bû, 2 jê xedar 19 polês û 4 welatî birîndar bûn. Ji 2 polêsên ku xedar birîndar bûbûn yek jî li Nexweşxaneya Dewletê ya 25 Aralikê dihat dermankirin digel hemû mudaxaleyan bi ser xwe de nehat û cangorî bû. Di bûyerê de heta niha bi tevahî 2 polês şehît ketin.
Dermankirina birîndarên din ên ku biribûn nexweşxaneyan jî dewam dike.
Waliyê Gazîentabê Ali Yerlikaya jî piştî êrîşê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku êrîşa terorî ya bi wesayiteke bombebarkirî hat kirin.
Li cihê bûyerê xebat û lêkolîn dewam dikin esnafên ku dikanên wan zirar dîtin û tîmên agirkujiyê cihê bûyerê û derdorê paqij dikin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan agahî hilda
Ji hêla din ve li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê êrîşê de bi têlefonê ji Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Waliyê Gazîantebê Yerlîkaya agahî hilda.