11 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
ANKARA
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji ser endamê rêxistina terorê PKKyê yê ku hat qefaltin têlefoneke mobîl, alavên zînetê û wênegirek derketin.
Li gorî agahiya ku ji jêderên ewlekariyê hat wergirtin, ji ser terorîstê PKKyî yê ku duhê li Yuksekovayê hat qefaltin têlefoneke mobîl, du bîlezik û qolyeke zêr yên şêlandî derketin. Endamê rêxistinê li xwe mukur hat ku wî diziya malên ku tê da tunel vekirin, kir.
Endamê rêxistinê diyar kir ku kesa bi navê "Nûda"yê jê wan ra got, "Heger hûn di malan da rastî saet, kamera, pîl û pere werin, wergirin" û wiha dewam kir, "Dema vekirina tunelê da ez di malekê da rastî zêran hatim. Ez nizanim zêr ê kê ne. Min zêr wergirtin û dû ra me dewam kir û di nava malan da tunel vekir. Vêga nayê bîra min ka min du bîlezîkên zer, qolyeyeke zer, têlefoneke mobîl ji ku wergirt. Wênegir jî Rizgar Tilohan diyariyê min kir. Ez nizanim ji ku wergirtiye."
Di vê navberê da, wêneyên alavên ku hatin dizîn ên ku ji ser terorîst derketin û dîmena jinavbirina teqemeniya xumalî ya di operasyona terorê ya li Şirnexê da bi mensûbên çapemeniyê ra hatin parvekirin.