AGRI
Şaxa Arîkariya Însanî ya Maf û Azadiyan a (ÎHH) Agiriyê, arîkariya qirtasiye û goşt da xwendekarên sewî.
Serokê Şaxa Arîkariya Însanî ya Maf û Azadiyan a Agiriyê Kerem Anigi daxuyand ku ew bi taybetî arîkariyê didine komên ku hewcedarî arîkariyê ne û karên alîkariyê bênavber berdewam dikin.
Anigi wiha axivî:
"Em van arîkariyan exlêbe bi piştgiriya navenda giştî dikin. Ji ber vê yekê em hez dikin ku xêrxwazên me yên agiriyî jî piştgiriyê bidin me."