Arîkara Serokê Giştî yê Weqfa Arîkariya Mirovahiyê ya ÎHHyê Gulden Sonmezê got "Her kes dizane ku Îslam parçeyekî esasî yê nasnameya gelê herêmê ye."
Sonmezê ji bo civîna bi navê "Pirsgirêka Kurdan û Pêvajoya Çareseriyê" ya ku dê bi organîzatoriya Weqfa Arîkariya Mirovahiyê ya ÎHHyê di 10ê kanûna paşîn de li Diyarbekirê bê lidarxistin, hat Diyarbekirê. Sonmezê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wek ÎHH ev ji du salan zêdetir e ku hin xebatan dikin û encamên xebatan wek rapor diweşînin.
Sonmezê destnîşan kir wekî ku di raporê de cî digire der barê muxatabqebûlkirinê de hin pirsgirêk hene û diyar kir ku wan bi taybetî pirsgirêkên ku tên serê komên Îslamî û yên der barê pêvajoya çareseriyê de anîn ziman.
Sonmezê got ku ev nêrîn zehf nehatin bihistîn û armanca me ew e ku bi civîna çapemeniyê ya ku dê bê kirin vê dengê bidin bihîstin û wiha axivî:
"Saziyên ku aştî û çareseriyê dixwazin dibe ku cara ewil bi awayekî ev qas qerebalix tên bal hev û bi daxuyaniyekê nêrînên der barê pêvajoya çareseriyê, pirsgirêkên der barê pêvajoyê de û hewceyiyan de dê bînin ziman. Ji 400î zêdetir saziyên civakî yên sivîl û alimî ev daxuyanî îmze kir. Hemû bi hev re vê demê hat gotin û ev jî rasterast bi geşedanên ku di van demên dawîn dibe sedema xetereyê re eleqedar e. Bûyerên 6-8ê cotmehê qewimîn û hê jî bûyerên ku dibin sedemê mirinan diqewimin."
Sonmezê bal kişand ku dê di civînê de kesên ku gel û nasnameya wê temsîl dikin biaxivin û wiha axivî: "Hewl didin ku nêrîneke wekî her kes sekuler e, nêrîna marksîst diparêze, heke hûn xwedî van fikran nebin nikarin li herêmê bijîn, tekane aktor PKK û hêmanên wê ne, ava bikin."
Sonmezê got ku ev nêrîna hewl didin ku di mirovan de çêbe tu piştgiriyê nade pêvajoya çareseriyê û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Her kes dizane ku Îslam parçeyekî esasî yê nasnameya gelê herêmê ye. Digel vê yekê hewl didin ku nêrîneke din ava bikin. Hem di alema Îslamê de hem jî ji bo rojava di polîtîkaya derve de fonksiyoneke girîng a vê yekê tê bikaranîn. Ev avakirina nêrînan hemû şûna ku pirsgirêkên der barê nasnemay kurdan de çareser bike, li Rojhilata Navîn xizmeta polîtîkayên din dike û em dê di vê civîna çapemeniyê de bersiva armanca midaxaleyê an pêvajoyeke ku pirsgirêkên der barê nasname û azadiyan de hatine çareserkirin, bidin."