29 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
ŞIRNAK
Li Îdila navçeya Şirnexê di operasyona dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê da çember teng dibe.
Li Îdilê ji bo girtina mensûbên PKKya rêxistina terorê, rakirina barîkat û tijekirina çalên ku tê da teqemenî hatine bicihkirin, ji bo gel ewlehiya can û mal, derketina derva hatibû qedexekirin. Piştî qedexeyê hêzên ewlehiyê "Operasyona Polêsê Harekata Taybet Cangorî Ersîn Yildirim" dest pê kiribû û didome.
Hêzên Çekdar ên Tirkîyê û hêzên ewlehiyê bi hev ra operasyonê dikin û vê gavê operasyon li du taxan didome. Li navçeyê Yenî Mahalle ji terorîstan hat safîkirin. Operasyona mişterek li taxa Turgut Ozalê didome. Ekîba AAyê li Yenî Mahalleyê dîmena cihê ku hêzên ewlehiyê operasyonê dikin, kişand.
Li ser hin dîwaran di lehê rêxistina terorê da nivîs hatin dîtin. Texrîba li sikakan jî şîdeta êrîşên terorê dide nîşan.
Çalên ku terorîstan teqemenî tê da bi cih kirin, hatin dagirtin. Qabloyên ku ji bo teqemeniyan hatine bicihkirin jî balê dikşîne.
Brandayên ku terorîstan li sikakan daliqandibûn jî hatin rakirin.
Terorîstan li taxê gelek mal wek kozik bi kar anîne û anîne mal qul kirine û tê ra derbas bûne. Di cepha derva va jî qul hatine vekirin û tê ra gule berdane hêzên ewlehiyê.
Barîkatên ku danîne balê dikşînin. Barîkat bi kevirên raxistî yên erdê hatine çêkirin, dirêjahiya barîkatan li gor dirêjahiya kuçeyê diguhere. Li cem hin barîkatan jî cihên ku lê nobetê girtine hene.
Li "cihên nobetê" ji sobê bigrin heta sandalyeyê alav hene. Teqemeniyên ku li sikakan hatine bicihkirin qabloyên wan dirêj kirine û heta cem van cihên nobetê anîne. Hêzên ewlehiyê ev cihên nobetê berteref kirin.
Hêzên ewlehiyê du malên ku wek baregeh bi kar anîne jî tesbît kirin. Her wiha hêzên ewlehiyê cihê ku teqemenî lê çêkirine jî derxist holê. Di vê malê da alavên teqemeniyê hatin bidestxistin. Li malê nêzî tonekê teqemenî hat îmhakirin.
Li navçeyê operasyon didome.