Nihat Kavşut
25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Li Akçaqele, Bîraçik, Ceylanpinar, Sirûc, Qiziltepe û Nisêbînê dema dawîn ya dayîna deynên prîmê yên Sîgorteya Tenduristiyê ya Giştî (GSS) û Saziya Ewlehiyê ya Civakî (SGK) ji 31ê Cotmehê heta 2yê Kanûnê hat dirêjkirin.
Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û destnîşan kir ku li Akçaqele, Bîraçik, Ceylanpinar, Sirûc, Qiziltepe û Nisêbînê dema dawîn ya dayîna deynên prîmê yên GSS û SGKyê ji 31ê Cotmehê heta 2yê Kanûnê hatiye dirêjkirin.
Wek mayîn li 6 navçeyan dema dayîna dawîn ya texsîtên deynanên hatine verastkirin wek 2yê Kanûnê hat eşkerekirin.