Orhan Pehlül
20 Hezîran 2022•Rojanekirin: 21 Hezîran 2022
Li Adiyemanê hewaya ku her ku diçe germ dibe tesîrê li ser jiyanê dike.
Li bajêr germa hewayê gihîşt 37 pileyan, welatiyên ji germê aciz bûn di binê siyê da û devê avê rûniştin ku hênik bibin.
Esnaf Şerîf Gurbuzcan daxuyand germa hewayê zêde ye û wiha axivî: "Germahî ji nişkê va zêde bû. Em dest û rûyê xwe dişon ku hênik bibin. Ji esnafan rica dikim bila ji bo heywanên derva tasek av daynin derva."