28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2018
BÎNGOL
Hat ragihandin ku li Bîngolê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da çek, muhimat û alavên jiyanê hatin bidestxistin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê li navçeya Yayladereyê li dijî rêxistina terorê PKKyê operasyon li dar xist.
Di daxuyaniyê hat destnîşankirin, di 2 şikeftên ku hatin tesbîtkirin da kalaşnîkofek, bombeyeke destan, 5 şarjor, fîşeng û alavên jiyanê hatin bidestxistin. Herwisa hat balkişandin ku hêzên ewlekariyê ji bo ewlehî û aramiya gel, bi piştgiriya gelê herêmê têkoşîna xwe ya dijî rêxistina terorê bi biryar didomîne.