Fatih Gazioğlu
15 Hezîran 2019•Rojanekirin: 16 Hezîran 2019
Li Gercuşa navçeya Batmanê agir bi zeviya genim ket û di şewatê 50 donîm erd şewitî.
Li gor agahiyan, şewat li taxa Yolagziyê çêbû.
Li ser îxbara gundiyan tîmên agirkujiyê çûn herêmê û şewat di demeke kin da temirandin.
Lêkolîna ji bo kifşkirina sedema şewatê hê dewam dike.