Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin 110 xwendekarên ku li dibistanên Gazî, Kirkagil, Çeltîksuyu, Gozeler, Sariçîçek, Gazî, Dibistana Seretayî ya bi Pansiyon ya Sancak û Yamaçê û Lîseya Bingolê, di firavînê de meqarne û mast xwarin. Piştî xwarinê hinek xwendekar di wextê dersê de, hinekên din jî li malên xwe ji ber gêjbûna serî û lihevketina dil rakirin serwîsa acîl ya Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarok û Jinan a Bîngolê.
Bi xeberdayîna weliyan 60 xwendekar bi ambûlansê birin nexweşxaneyê, malbatan 50 xwendekarên din jî bi derfetên xwe anîn nexweşxaneyê. Xwendekar piştî qontrolên ewilîn bi gumana ji ber xwarinê bi jehrê ketine tên tedawîkirin. Hat ragihandin xwendekarên ku rewşa tenduristiya wan a giştî baş e, dê 24 saetan di bin çavderiyê de bimînin.
Serbijîşkê Nexweşxaneyê Dr. Ferhad Korkutata diyar kir ku mudaxeleya li xwendekaran di wextê de kirin û da zanîn ku rewşa xwendekaran baş e.
Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Dr. Abdullah Demîr piştî bûyera bijehrêketina giştî hat nexweşxaneyê û destnîşan kir ku bergiriyên hewce hatin girtin.
Demîr got ku bijîşkên me, peywirdarên nexweşxaneyê li ser hev xebitîn û hemû nexweşên me bi awayekî baş muayene û tetkîk kirin, di encamên tetkîkan de tu kesê ku rewşa wî krîtîk be tuneye.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Yakup Sari jî hat nexweşxaneyê û der barê rewşa tenduristiya xwendekaran de agahî sitand û da zanîn ku nimûneyên xwarinên ku tê îdiakirin ku xwendekar pê jehrê ketine, standin û teslîmî Midûriya Ajalvanî, Çandinî û Xurekê ya Bajêr kirin û dê der barê bûyerê de lêkolînê bidin destpêkirin.