Haydar Şahin
25 Nîsan 2020•Rojanekirin: 27 Nîsan 2020
Ciyên bilind ên Wanê ji ber berfa van rojên dawîn barî çîl û sipî bû.
Li herêmê ev demek e şilî û şilope dibare û li ciyên bilind jî berf dibare.
Li gundên Ozalpa navçeya Wanê berf barî, ba û bager rabû û welatî di tengasiyê da man. Gundiyên ku heywanên xwe derxistibûn diçêrandin jî ji ber berf û sermayê heywanên xwe anîn xistin gom û tewleyan.
Ahmet Karakayayê ji gundê Şemsedînê diyar kir ku dawiya meha nîsanê hat lêbelê li ciyên bilind berf barî.
Karakaya got ku hefteyek e di rojê da 4 demsala dijîn û wiha pê da çû: "Dema berf dibare tav derdikeve, dema hewa tavî be carê mêze dikî şilî dibare. Pezê berî çêrê dabûn ji ber berfa barî anîn xistin gom û tewleyan. Heywandar ji demeke zor derbas dibin. Xwedê alîkarê wan be."