28 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
ANTALYA
Di dengdayîna ji bo guherandina destûra bingehîn da li 3 sandoqên li Balafirgeha Antalyayê hatin danîn roja ewil 291 kesî ray avêt.
Li gor bernameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind li Balafirgeha Antalyayê ji bo referandumê 3 sandoq hatin danîn.
Welatiyên li derveyî welêt dijîn û qeyda wan heye pasaport û nasnameyên xwe îbraz dikin û li Balafirgeha Antalyayê rayên xwe didin.
Hat diyarkirin li 3 sandoqên li Balafirgeha Antalyayê hatin danîn roja ewil 291 kesî ray avêt.
Habîbe Koçaka ji bo betlaneyê ji Berlînê hatiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir raydayîna li balafirgehan hêsanî ye.
Li Marmarîsê roja ewil 5 kesî raya xwe da
Li Marmarîsa Muglayê jî li Deriyê Gumrukê ya Marmarîsê dengdayîn dewam dike.
Li sandoqa li deriyê gumrukê roja ewil 5 kesî ray avêt.
Li deriyê gumrukê dengdayîn wê 16ê nîsanê saet 17.00an da biqede.