DİYARBAKIR .
Li Diyarbakirê ji ber erdê di navbera du malbatên ku berê jî di navbera wan de gelemşe hebû, pevçûn derket. Di şerê navbera wan de 2 kes mirin 4 kes jî birîndar bûn.
Du malbatên ku li gundê Kutluya li ser Licê dijîn ji ber erdê li hev nedikirin. Endamên her du malbatan li Borsaya Heywanan a Diyarbakirê leqayî hev hatin û li vê derê pevçûn. Di pevçûna li vir de 2 kes mirin 4 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku li gundê Kutluyê jî di navbera endamên her du malbatan de şer derketiye û li wê derê jî birîndar hene.
Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê gelek cendirme sewqî gundê ku bûyer lê pêk hatiye, kir.