25 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2016
MARDÎN
Li navçeya Midyadê 186 têlefonên ku qaçaxê gumrikê ne, hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê dema ku rê kontrol dikirin,186 têlefonên smart, 36 pakêt çay, 44 qarton cixare, 100 guhberk û 81 cîhazên şarjê bi dest xistin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku kesên ku têkiliya wan bi qaçaxcîtiyê ra hene, der heqê wan da lêpirsînê dest pê kir.