29 Adar 2016•Rojanekirin: 30 Adar 2016
MARDÎN
Li Dêrika navçeya Mêrdînê, navenda xwesipartina penaberên sûriyeyî şewitî, di şewatê da 3 zarok mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, di çadirek li Navenda Xwesipartinê ya Berwext a kapasîteya wê 22 hezar e ya ku AFADê li Taxa Zeytînbûrnuyê avakir da şewat çêbû.
Sedema şewatê nayê zanîn.
Ekîbên îtfaiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin, ekîban agir vemirand. Di şewatê da 3 zarok mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê tên dermankirin.
Sedema şewatê tê lêkolînkirin û jêpirsîna derbarê bûyerê da dewam dike.