Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
30 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê ya ku ji navendên giring ên turîzma zivistanê ya Tirkiyeyê ye, sezonê dest pê kir.
Li navenda ku bi daristanên xwe yên darçamên zer, berfa krîstal û pîstên dirêj ên kaşûnê va her sal gelek turîstên xwemalî û biyanî diezimîne, stûriya berfê li hin cihan gihîşt 40 santîmetreyî.

Piştî ku pîst hatin amadekirin, turîstan berê xwe dan navendê, kaşûn û snowboard kirin û bi xizekan xwe şiqitandin.
Serokê Komeleya Otêlên Kaşûnê yên Sariqamîşê Halit Taş ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan bi fermî sezon vekir û wiha got, "Em hêviya sezoneke bêyî qeza û belayê dikin. Berî sersalê barîna berfê baş bû. Tê pêşbînîkirin ku piştî sersalê jî berf dê bibare û lewma em li bendê ne ku herkes were û li ser berfa siruştî kaşûnê bike."

Hîndekarê kaşûnê Mustafa Nar jî diyar kir ku li Sariqamîşê xetereya şepeyê tuneye, pîst baş in û wiha dewam kir, "Ji îro û pê va me sezon vekir. Em hêviya sezoneke bi xêr û bereket û her wiha bi kêf û şahî dikin. Pîst pir baş in, em li benda herkesî ne ku bên."