ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar li Qersê di bin sifirê de bi 35 pîleyî ve hat pîvandin.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê ji ser Behra Reş re hulmegura bilind tê herêmê û ji ber vê yekê jî li herêmê hewa sar û biewr e.
Bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de li Qersê 35, li Agiriyê 22, li Erzirom û Erdehanê 19, li Eizincan û Îdirê jî bi 12 pîleyî ve hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj jî hewaya herî germ li Qersê 16, li Erzirom, Agirî û Erdehanê 9, li Îdirê 2 û li Ezircanê jî 1 pîle be.
Li navendên bajaran jî qalindahiya berfê li Qersê 29, li Agiriyê 24, li Erdehanê 15, li Erziromê 9 santêm, li navendên xweşiqitandinê li Qonaxliyê 97, li Cibiltepeyê 56 û li Palandokenê jî 45 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kirin ku li herêmê dê mij hebe û bila welatî ji ber cemedê baldar bin.