Li Qersê otobusek qulibî, li gor agahiyên sereke 23 kes birîndar bûn.
Otobusa bi plaqeya 36 AAS 084 ku Ramazan Înanpolat diajot, li ser rêbeja Qers-Erziromê nêzîkî gundê Olukluya ser bi navçeya Selîmê ji rê derket û qulibî nav erdê bi berfê nixumandî.
Gelek ekîbên tenduristiyê û cendirme, îtfaiye, polês, lêgerîn û rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê kirin.