17 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
ANKARA
Navenda Giştî ya MHPyê der heqê parlementera berê ya MHPyê Meral Akşenerê da ji ber gotinên wê yên seba Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî lêkolîn da destpêkirin.
Akşenera ku seba Serokatiya Giştî ya MHPyê namzediya xwe ragihand, di bernameyeke têlevîzyonê ya ku roja înê beşdar bibû da wiha xeberdabû, "Heger îdiaya van derdoran rast be, anku brêz Ekmeleddîn Îhsanoglu projeyeke paralel be, ez jî ji bo MHPyê projeyeke paralel bim, wê demê brêz Bahçelî jî dibe serparalel. Lêbelê ev rast nîne. Li Tirkiyeyê di van demên dawîn da dema ku xîçek li serê yekî dikeve, çend sal berê ergenekonî bû, vêga paralelkar e, ka dê sibê bibe çi, emê bibînin."
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê bîter kir, Navenda Giştî piştî van îfadeyan der heqê daxuyaniyên Akşener ên ji hilbijartina 1ê Mijdarê şûnda da lêkolîn da destpêkirin.
Çavkaniyên nêzîkî partiyê destnîşan dikin ku piştî lêkolînê dibe ku Akşenerê sewqî lijneya dîsîplînê bikin ku teqez bête îxrackirin.