Davutoglu raya xwe da
Serokwezîr Ahmet Davutoglu raya xwe li Konyayê Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Qîzan ya Şukru Dorûkê avêt.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Birêvebirina welêt meseleyeke emanet girtinê ye. Ji gel emanetê digirî, meqam jî mayinde nînin, divê xizmetê bikî û ew xizmetên te heta hetayî bimînin. Ji ber vê yekê hêvî dikim ku encamên hilbijartinê ji bo hemû aliyan ji bo 78 milyonî bi xêr be. Çi qewimîbe bila biqewime, va ye îro em dîsa di qadeke demokratîk da diçin ser sandoqan. Ev destkeftiyeke girîng e. Hêvî dikim ku encam jî bi xêr bin."
Davutoglu ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya heyama 26emîn, hat Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Qîzan ya Şukru Dorûkê û raya xwe avêt. Davutoglu digel xanima xwe Sare Davutogluyê hat dibistanê.
Li ber dibistanê welatiyan tezahuratan ew pêşwazî kirin. Davutoglu li vir bi welatiyan re sohbet kir, bi zarokan re eleqader bû û piştre jî derbasî dibistanê bû.
Davutoglu li vir yek bi yek destê wezîfedaran girt, silav da wan û piştre pisûleya rayê hilda derbasî kabînê bû. Piştre digel xanima xwe hat ser sandoqê û raya xwe avêt sandoqê.
Davutoglu li baxçê dibistana ku lê raya xwe avêt daxuyanî da rojnamegeran û wiha axivî: "Îro dîsa ji bo ku em wezîfeya xwe ya welatîbûnê bînin cih, em digel 78 milyonan diçin ser sandoqan. Berî her tiştî bila ji bo gelê me, ji bo mirovatiyê bi xêr be."
Davutoglu bangî welatiyan kir û got: "Em gel hev hatin ser sandoqan. Ji bo dawîbûna hilbijartinê çend saet man. Ez bangî hemû welatiyên me dikim, bila bi hizûrê werin ser sandoqan û dengê xwe bidin. Her çiqas fikr û ramanên me ji hev du cuda bin jî, partiyên me yên siyasî ji hev du cuda bin jî, divê em bên ser sandoqan dengê xwe bidin û hev du pîroz bikin. Ji bo pêşeroja welêt, ji bo demokrasiyê divê em bên bal hev û niyetpakiya xwe nîşan bidin."
Davutoglu wiha dewam kir: "Birêvebirina welêt meseleyeke emanet girtinê ye. Ji gel emanetê digirî, meqam jî mayinde nînin, divê xizmetê bikî û ew xizmetên te heta hetayî bimînin. Ji ber vê yekê hêvî dikim ku encamên hilbijartinê ji bo hemû aliyan, ji bo 78 milyonî bi xêr be. Çi qewimîbe bila biqewime, va ye îro em dîsa di qadeke demokratîk da diçin ser sandoqan. Ev destkeftiyeke girîng e. Hêvî dikim ku encam jî bi xêr bin."
Davutoglu li ser pirsa gelo 'hûnê piştî eşkerekirina encaman derbikevin şaneşînê biaxifin an na?' wiha got: "Axaftina li şaneşînê di serdema serokwezîriyê ya Birêz Serokomarê me de dest pê kir û bû kevneşop. Kevneşopiyeke xweş e. Înşallah Xwedê sihetê bide, em ê jî derbikevin û biaxifin. Em di 7ê hezîranê de jî axifîbûn û em ê îro jî biaxifin."
Davutoglu encamên hilbijartinê yên ewil wê li mala xwe ya li vir bişopîne û pişt re ew ê derbasî Enqereyê bibe.
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu dengê xwe da
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu got ku "Ev hilbijartin ji bo demokrasiya me, ji bo Komara me, ji bo zarokên me, ji bo dahatûya me hilbijartinên gelekî girîng in. Em hatin me dengê xwe da, bi xêr be."
Kiliçdaroglu ji ber ku ji bo Hilbijartina Parlementeriyê ya Heyama 26emîn dengê xwe bide saet 13.00an de hat Dibistana Arjantînê ya Çukurambarê.
Kiliçdaroglu dema ket dibistanê welatiyan çepik lê xistin. Kiliçdaroglu dengê xwe bi xanima xwe Selvî Kiliçdaroglu û kurê xwe Kerem Kiliçdaroglu re di sindoqa 4137 da.
Kiliçdaroglu piştî ku dengê xwe da daxuyanî da rojnamevanan û got ku "Ev hilbijartin ji bo demokrasiya me, ji bo Komara me, ji bo zarokên me, ji bo dahatûya me hilbijartinên gelekî girîng in. Em hatin me dengê xwe da, bi xêr be."
Kiliçdaroglu li ser pirsa der barê operasyonên ser DAEŞê û têkoşîna bi terorê re de wiha axivî:
"Hêj hûrgulî nehatin lê ez dikarim vê bibêjime we: Em hemû bûyeran ji nêz ve dişopînin. Me li her derê got ku em dijî terorê ne, ji kî tê bila bê em dijî terorê ne, armanca wê çi dibe bila bibe em dijî terorê ne. Em li vî welatî aramî û gumrahiyê dixwazin. Em dixwazin ku vî welatî di nav biratiyê de bijîn. Ev welêt welatê me hemûyan e û em dixwazin ku vî welatî em hemû di nav aştî, aramî û biratiyê de bijîn."
Kiliçdaroglu piştî ku dengê xwe da bi xanima xwe Selvî Kiliçdaroglu re Rawestgeha Teksiyan a Çukurambarê ziyaret kir. Kiliçdaroglu bi ajokarên teksiyan re sohbet kir û bi wan re çay vexwar.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî raya xwe avêt
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî li Dibistana Navîn a Anittepeyê raya xwe avêt.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî got, "Ez wisa difikirim ku ev hilbijartin di warê siberoja milet de dê bibe qonexekê."
Bahçeliyê ku hat Dibistana Navîn a Anittepeyê piştî ku peywirdaran belgeyên wî konrol kirin, raya xwe avêt sandoqa "1310"ê.
Devlet Bahçelî piştî ku raya xwe avêt sandoqê, daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û got ku hilbijartin bira li milet, li partiyên siyasî û endamên wan bixêr be.
Bahçelî got daxwaza wî ew e ku milet di asta herî bilind de beşdarî vê hilbijartinê be û wiha xeberda: "Ez wisa difikirim ku ev hilbijartin di warê siberoja milet de dê bibe qonexekê."
Bahçelî dû re bi hin welatiyan re qise kir û tevî selfiyên wan bû.
Demirtaş li Stenbolê raya xwe da
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş li Stenbolê raya xwe da û got ku ew hêvî dike ku ji encamên hilbijartinê aştî û aramî derkeve.
Demirtaş ji bo hilbijartina giştî ya parlementeran raya xwe li Dibistana Navîn a Mevlanayê ya Sultanbeyliyê da.
Demirtaş raya xwe avête sandoqa ku hejmara wê 1114 e û pişt re daxuyanî da rojnamevanan.
Demirtaş got ku ev hilbijartin ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê hilbijartineke girîng e û wiha axivî: "Em gişk, hemû Tirkiye zêdetir aştî û aramiyê dixwaze. Ya ku hewcedariya me lê heye ev e. Ez hêvî dikim ku îro ji sandoqan hêviyeke mezin a ji bo aştî û aramiyê derkeve."
Demirtaş got ku ji bo hilbijartinê pêvajoyeke zor û zehmet derbas bû û wiha dewam kir: "Mixabin hin mirovên me mirin. Di serî de ez dixwazim bibêjim ku encamên bixêr ên hilbijartinê ji bo hevalên me yên ku ji bo aştî, azadî û demokrasiyê canê xwe feda kirine û ji bo malbatên wan bibe teseliyek. Îro ji sandoqê çi derdikeve bila derkeve, em bêşik dizanin ku ev encam wê ji bo herkesî bibe encameke ku hêviya pêşerojê. Xwedê car din ji bo me hemûyan xêr bike."
Demirtaş got ku bila her kes îro teqez raya xwe bide û wiha axivî: "Pêşeroja me diyarkirin di destê gel de ye. Ez hêvî dikim ku îradeya sandoqê bi awayekî xurt alîkariyê bike ku demokrasiya me ava bibe. Ji bo me hemûyan li ser xêrê be."
Demirtaş daxuyand ku ew ê li Enqereyê hilbijartinê bişopîne.
Ji hêla din hin partiyiyên ku li ber derê dibistanê kom bûbûn jî eleqe nîşanî Demirtaş dan.
Polêsan li der û dora dibistanê tevdîrên ewlehiyê girtin.
news_share_descriptionsubscription_contact
