08 Sibat 2016•Rojanekirin: 08 Sibat 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê endamên rêxistina terorê bi teqemeniyên dest êrîşî kamerayên MOBESE kirin.
Li gorî agahiyan, li Caddeya Cumhuriyeta taxa Îsmet Paşayê, endamên rêxistina terorê, bi teqemeniyên destî, kamerayên MOBESE yên li ser dîrekan teqandin.
Di encama êrîşê da kamera ji kar da ket û hinek kargeh û wesayîtên derdorê zirar dîtin.
Polêsan ji bo girtina gumanbaran xebat da destpêkirin.