Muhammed Gencebay Gür,Şükrü Gündüz
23 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2022
Li Stenbolê barîna berfê tesîra xwe didomîne.
Barîna berfê ya ku li Milê Ewropayê ber bi êvarê tesîra xwe nîşan da, li hin deveran wekî bager didome.
Nexasim li hêla Esenler, Eyupsultan, Zeytînburnu, Sariyer, Kagithane û Arnavutkoyê barîna berfê didome, Otorêya TEMê li tanga Seyrantepeyê di bin berfê da ma.
Barîna berfê nîvgrava dîrokî û şirîda qeraxê jî spîçîl kir.
Ekîbên şaredariyê li rêyên sereke û otorêyan xebata beravêtinê û rêxwêkirinê dikin, her wisa gelek ajokaran jî zehmetî kişand.
Li Milê Anadoluyê jî barîna berfê binavber li gelek navçeyan didome. Li Qada Uskudarê welatiyan goga berfê leyîst.
Hin şêniyan jî li Kadikoyê li cem peykerê canege wêne kişandin.