17 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Di operasyona ku li Sancaktepeyê hat kirin de 10 kesên tê îdiakirin ku berpirsyarên qaşo yên herêm û wîlayetê ên DHKP-Cyê ne, hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên Midûriya Şûbeya Dijeterorê ya Stenbolê li ser îstixbarata dê berpirsyarên bajêr û herêmê yên qaşo yên DHKP-Cyê ji bo ku civînê bikin li Sancaktepeyê bên bal hev xebat dan destpêkirin.
Ekîban operasyon birin ser mala hucreyê ya hat tespîtkirin ku berpirsyarê rêxistinê çûnê û 10 kes binçav kirin.
Hat ragihandin gumanbarên ku hatin binçavkirin Denîz O.yê berpirsyarê herêma Behra Spî, berpirsyarê herêma Edeneyê Garîp P, Berpirsyara Bûrsayê Ozlem K. Berpirsyara Tûnceliyê Selda B, Berpirsyarê Antalyayê Dursun G, Berpirsyarê Elezîz-Meletiyê Erdînç O, Berpirsyarê Gazîentabê Huseyîn K, Berpirsyara Mêrsînê Kubra S, Berpirsyara Diyarbekirê Yurdagul G û Berpirsyara Eskîşehîrê Eda A. ne.
Miameleyên gumanbaran ên li ewlehiyê berdewam dikin.