Fatih Gazioğlu
20 Nîsan 2019•Rojanekirin: 23 Nîsan 2019
Li Konacika gundê Sêrtê nêzî goma Demîrkapiyê çaleke ku 20 mêtro kûr û 40 mêtro jî ber e çêbû.
Çal di zeviya genim a ya Mazlum Taş da çêbû. Cotkarên li herêmê li ser vê rayedar agahdar kirin.
Mazlum Taş daxuyanî da rojnamevanan û got ku piştî barîna baranê çal derketiya holê û wiha axivî:
"Beriya vê 3 rojan li herêmê baran barî. Ev çal piştî wê hingî derket holê. Me û mixtarê gund li ser bûyerê rayedar agahdar kirin. Rayedar wê bên herêmê û lêkolînê bikin."
Ji cotkaran Adil Taş jî got ew cara ewil e tiştekî wiha dibînin û wiha dewam kir: "Min kevirek avêt çalê. Zehf kûr e. Ev çal gelekî nêzî mala min e. Divê rayedar tedbîrê hildin."