07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 08 Mijdar 2015
LAHEY
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê di meha tebaxê de "xaza xerdelê" hat bikaranîn.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK) ya ku navenda wê li Laheya bajarê Hollandayêye der heqê îdiaya ku li Sûriyeyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn de daxuyanî da.
Rêxistinê rapora ku "Mîsyona Tespîta Rewşê" li ser îdiayan amade kir da welatên alîgir.
Hat gotin ku der heqê sê bûyerên cihê yên ku li Sûriyeyê qewimîbûn de lêkolîn hat kirin û di encamê de derket holê ku li Mareaya bajaroka Helebê di 21ê tebaxê de xaza xerdele hatiye bikaranîn.
Di çarçoveya lêkolînê de delîlên li herêmê hatin berhevkirin û bi şahidên bûyerê re hevdîtin hat kirin. Li gor agahiyên hatin parvekirin 2 kes di bin tesîra xaza xerdelê de man û îhtimaleke mezin e ku pitikek jî ji ber vê sedemê mir.
Di daxuyaniyê de nehat gotin ku gelo ew aliyê xaza xerdelê bi kar aniye kîjan alî ye?
Rêxistinê di encama lêkolîneke din de jî diyar kir, îhtimaleke mezin e ku di meha adarê li Îdlibê jî xaza klorê hatibe bikaranîn.