07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 08 Mijdar 2015
TAÎZ
Hat destnîşankirin ku li Taîza Yêmenê hûsî û alîgirên serokomarê berê Elî Evdila Salih, êrîşî hin cî û waran kirin û di êrîşê da 5 sivîl mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan êrîş li taxa El-Cumhûriyê çêbû û di êrîşê da 2 jê jin, yek jê zarok 5 sivîl mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî gelek guleyên topan li hin taxên Taîzê ketin û ji hin malan jî dûman radibe.