ŞANLIURFA
Li Rihayê komekê birîna ceyranê protesto kir, li ser protestoyan tîmên cendirme midaxaleyî komê kir.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, şêniyên taxa Yardimciyê bi îdiaya ku ceyranên wan her tim tên birîn çalakî li dar xist. Komek li ber trafoya taxê civiya û agir dada.
Piştî ku komê agir dada, agahî dan cendirmeyan û cendirme hatin cihê bûyerê. Cendirmeyan ji komê re got belav bibin, lê komê guh neda cendirmeyan û kevir avêtin. Cendirmeyan jî bi ava gur û gaza îsotê midaxaleyî komê kir.
Di bûyerê de kevir li 2 leşkeran ket û leşker birîndar bûn. Leşkerê ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan. Tîma cendirmeyan di ketin û derketina taxê de tevdîrên ewlehiyê dîtin û hin kes binçav kirin.