Li Ûrfayê li gelek cihan ên mîna dawet, şîn û sinetan erbane tê lêxistin û hema bêje li seranserê dîroka bajêr defê eleqeya ku dibîne wenda nekir. Rabuhuriya erbaneya ku bi tiliyan tê lêxistin vedigere bi hezaran salan berê. Hosteyên destemel çerm dikşînin li ser texteyekî gulover û şûnde çerm li ser texteyê radigirin û bi vî hawî erbaneyên bikêr derdikevin holê.
Hoste serê sibehê çermê heywên ji bo ku nerm bibe ewil datînin nava avê. Qedera 3 saet şûnde hoste dermanê bi navê "zirnix" bi çerm dihesikînin û bi qasî rojekê didin sekinandin. Piştre mûyê çerm ji dadiweşe.
Şûnde çermê rût derbasî asqiyeke texte dikin û ji bo ku ji madeyên kîmyewî xelas bibin, dikin nava amonyûn sulfatê û şûnde ziha dikin.
Çermê ku bi qasî 5 saetan li ber tavê dimîne ji bo ku dîsa nerm bibe dikin nava avê û piştê vê ji bo ku derbasî texteyê gulover bikin, amade dikin.
Çermê ku di pêvajoyeke dijwar û dirêj de ji destê hosteyan derbas dibe ji bo ku bibe def, radixin li ser texteyê gulover û bi awayekî ragirtî ji kêlekên wê ve tê dirûtin. Li ser xwestina merivan zengilên cuda cuda bi defê ve dikin û ji vir şûnde def ji bo lêdanê êdî amade ye.
Hosteyê erbaneyê Mehmet Karaca di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir karê ku ji bavê xwe hîn bû, ev 40 sal in didomîne.
Karacayê ku karê xwe dişibîne "pêşbaziya hilgirtina alayê" diyar kir ku bavê wî ev kar qedera nîv qirnê kir û wiha dewam kir: "Ez jî fêrî zarokên xwe dikim, em ê weke malbat vê alayê heta dawiyê hilgirin."
Karaca destnîşan kir ku ew li gelek ciyan, bo nimûne li dawet, sinet û şînan defê bikartîne û ji gelekî jî zewq distîne û wiha domand: "Lê belê li Ûrfayê yên ku vî karî dikin tenê 2 kes man . Dil divêt ku 30-40 esnaf hebûya ku di nava wan de reqabetek derketa holê."
Karaca bal kişand ku ew rojê 10 sîparîşî werdigre û di meha remezanê de ev hejmar dighije 25-30yan û bihayê erbaneyan jî di navbera 15-45 lîreyan de diguhere.