29 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
VAN
Li Ercîşa navçeya Wanê wesayîta ku ji bo kuçikekî li ser rê nexe manewra kir, qeza kir. Di qezayê de 6 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesayîta ku şofêrê wê Salîh Korkmaz û plaqeya wê 34 BK 2744 bû li ser rêya Ercîş û Adilcewazê dema hewl da ku kuçikekî nexe teqle avêt.
Di qezayê de şofêr Korkmaz (34), Îbrahim (5), Esmanur (3) û Evîn Çevîk (1), Mahmut Oral (17) û Dîlek Korkmaz (23) mirin.
Birîndar Melek (22), Bulent (26) û Gulîzar Çevîk (2) û Murat (24) û Zeynep Oral (48) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ercîşê.