Li Wanê êşîra Bûrûkan û Helîlan yên ku di navbera wan de 5 meh berê bi kuştina yekî doza xwînê çêbû, li hev anîn.
Ji eşîra Helîlan di meha tîrmehê de Sabrî Tomay hat kuştin û li ser vê bûyerê her du eşîr bûn xwînî. Bi navbeynkariya erkdarên BDPyî û mezinên dîn ên bajêr her du eşîr li hev hatin.
Li otêlekî li Edremîta navçeya Wanê îro bi minasebeta li hev hatinê şîv dan. Ji her du eşîran jî gelek kes beşdarî şîva ji bo aştiyê hat dayîn bûn.
Parlementera HDPyê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Parlementerê HDPyê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredarê Şaredariya Mezin a Wanê Bekîr Kaya, Şaredarê Şaredariya Edremîtê Sevîl Çetîn û gelek giregir beşdarî şîva ji bo aştiyê hat dayîn bûn.