10 Gulan 2016•Rojanekirin: 11 Gulan 2016
HEWLÊR
Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam diyar kir ku PKKya rêxistina terorê ji bo rê li ber girtina êrîşên hewayî yên ser kampê xwe, sivîlan wekî mertal bikartîne, divê sivîl ji herêma ku rêxistin li wir e, derbikevin.
Înam, Meclisa Bajêr a Hewlêrê ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ziyaret kir, bi rayedarên li vir ra hat bal hev. Piştî hevdîtinê, Înam tevî Serokê Meclisa Bajêr Alî Reşît, civîna çapemeniyê ya hevpeş li dar xist.
Înam di civîna çapemeniyê da, bal kişand ser têkoşîna Tirkiyeyê ya bi rêxistinên terorê yên li herêmê ra û wiha got: "Tirkiye jî wekî hemûyan aşîtiyê dixwaze. Hûn pê dizanin ku me demên borî da, ji bo pêkanîna aşîtiyê çiqasî hewl da, gavên ku Tirkiyeyê avêtin we dît. A ku Tirkiye niha dike, têkoşîna bi terorê ra ye. Ne tenê bi PKKyê ra bi DAEŞ û rêxistinên çepgir ên li herêmê ra jî têdikoşe."
-Sivîl wekî mertal tên bikaranîn
Înam bal kişand ser êrîşên hewayî yên ku Tirkiye dibe ser kampên PKKyê yên li Iraqa Bakûr û wiha dewam kir: "Tirkiye ji bo di êrîşên ser kampên PKKyê yên li Iraqa Bakûr da zirar negihîje sivîlan, hesas tevdigere. Îstîxbaratê ku tên ber dest baş tên nirxandin û di êrîşan da teknolojiya baştirîn tê bikaranîn. Ji bo sivîl zirarê nebînin çi hewce dike tê cîbicîkirin."
Mehmet Akîf Înam got :
"PKKya rêxistina terorê, ji bo rê li ber girtina êrîşên hewayî yên ser kampê xwe, sivîlan wekî mertal bikartîne, divê sivîl ji herêma ku rêxistin li wir e, derbikevin."
-Daxwaza vîzeyê
Înam derbarê vîzeyê ya ji bo welatiyên Iraqî yên ku tên Tirkiyeyê da agahî da û wiha got:
"Ji welatiyên Iraqê yên tên Tirkiyê vîze tê xwestin, lê armanca xwestina vê vîzeyê ne siyasî ye, ji ber bûyerên ku par qewimîn tê xwestin. Ji bo rê li ber pirsgirêkên ewlehiyê û koçberiya dereqanûnî bê girtin, ev biryar hat hildan."