YALOVA
Serokcîgirê Komê yê CHPyê Mûharrem Înce got ku li gor encamên nefermî serokatiya şaredariya Yalovayê, namzedê wan Vefa Salman, qezenc kir.
Înce li ber buroya ragihandinê ya xwe daxuyanî da nûçegihanan, got ku hilbijartin bi dawî bûn.
Înce da zanîn ku serokatiya şaredariya Yalovayê, namzedê wan Vefa Salman qezenc kir û wiha got: "Em bi ser ketin. Ya rast em di 30yê adarê de bi ser ketibûn. Bi saya van hilbijartinan me heqê xwe sitand. Dê gengeşiyek pêk neyê, lê dê dîsa bavêjin li ser dadgehê û fen û fêlan bikin. Em ê destûrê nedin wan."
Di hilbijartina ku di 30yê adarê de hatin kirin de piştî jimartina dengan hatibû diyarkirin ku namzedê AK Partiyê Yakûp Koçal bi ser ket. Li ser vê CHPyê îtiraz kiribû û deng cardin hatibûn jimartin, piştî jimartinê hatibû diyarkirin ku hilbijartinê namzedê CHPyê Vefa Salman qezenc kir. AK Partiyê nerazîbûna xwe anîbû ziman û YSKyê hilbijartina herêmê betal kiribû. Herwiha encamên hilbijartinê yên derbarê endamtiya Meclisê ya Şaredariyê de nehatibûn qebûlkirin.
-Kurtejiyana Salman
Vefa Salman di sala 1965an de li Yalovayê ji dayik bû. Di sala 1987an de ji Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngeha Ûlûdagê mezûn bû. Demeke bazirganî kir. Nûneriya Odeya Hekîmên Veterîner a Stenbolê ya Yalovayê digel Endamtiya Lijneya Rêvebiriyê ya Komeleya Jiyandin û Kirinê kir. Du serdeman Endamtiya Lijneya Rêvebiriyê ya Bajêr ya CHPyê kir. Salman rêvebiriya hin komeleyan jî kir.