15 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) li herêma Zapê ya bakurê Iraqê operasyona asîmanî birin ser mensûbên rêxistina terorê ya cihêxwaz ku amadehiya êrîşê dikirin bo ser herêmên baregehê yên li ser xeta sînor, di operasyonê de 3 terorîst hatin berterefkirin
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê balafirên şer ên girêdayî Fermandariya Hêzên Asîmanî ber êvarê li herêma Zapê ya li bakurê Iraqê operasyona asîmanî birin ser mensûbên rêxistina terorê.
Li gor tespîtên ewil di operasyonê de 3 terorîst hatin berterefkirin û 3 kozikên çekan ên terorîstan hatin berterefkirin.
Jetên ku peywirên xwe serkeftî bi cî anîn, vegeriyan baregehên xwe.