Elif Orhan
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag: "Lijneya me ya Wezîran biryar da ku ji ber Cejna Serkeftinê ya 30ê Tebaxê û Cejna Qurbanê ya ku nêz bûn û bi wesîleya van cejnan ziyaretên malbatan ên welatiyên me, vejandina sektora tûrîzmê û ji bo ku tesîreke erênî li ser bazirganiyê bike ev îxtimal hemû dan ber çav, ji bo ku welatiyên me cejna xwe bi hêsanî îdrak bikin roja beriya Cejna Qurbanê û Cejna Serkeftinê ya 30yê Tebaxê û rojên piştî wan û roja navber nîvroj îzna îdarî be. Li gor vê 28ê tebaxê roja duşemê, 29ê tebaxê roja sêşemê tam roj, 31ê tebaxê roja pênçşemê nîv roj îzna îdarî be."
"Di mijara guherîna cil û bergê yek tîp de hewcedarî bi guherîna qanûnî heye"
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: "Di mijara guherîna cil û bergê yek tîp de hewcedarî bi guherîna qanûnî heye. Me gotibû ku dê vê jî bixin nav KHKyê. Wekî ku hûn dizanin li gor destûra me ya bingehîn Lijneya Wezîran a ku bi serokatiya Serokomar dicive tenê dikare ku biryarnameyên di hikmê qanûnê de derxîne. Berê niha guherîna kabîneyê hat kirin û ji ber ku di bin serokatiya Birêz Serokomar de Lijneya Wezîran nehate kirin nekarîbûn ku biryarnameya di hikmê qanûnê de bê derxistin. Îro di bin serokatiya Birêz Serokomarê me de civîna Lijneya Wezîran hat kirin û di biryarnameyên di hikmê qanûnê yên ku dê ji niha pê ve bên derxistin de dibe ku cî bidin vê mijarê."
"Ya ku OSYMê kir xeletiyeke mezin e"
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: "Ya ku OSYMê kir xeletiyeke mezin e. Lewra hemû ciwanên me yên ku dikevin ezmûna zanîngehê ji bo bicîanîna xeyalên xwe xwîdan didin, kedê didin û bawer dikin ku dê ew der divê miameleyan rast, objektîf,û ewledar bikin. Lewra OSYM jî navnîşaneke ewlehiyê ye, her dem wisa bûye lê carna dema ku bûyerên wiha dibin jî helbet OSYM zirarê dibîne. Di vê bûyerê de jî bi qasî ku em dibînin jî xeletiyeke gelekî berbiçav heye."
"Nûçeya der heqê Çêwliga Daristana Ataturkê de nûçeyeke kevn e"
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: "Nûçeya der heqê Çêwliga Daristana Ataturkê de nûçeyeke kevn e. Vê mijarê ji sala 2013an vir ve car carna tînin rojeva Tirkiyeyê. Berê niha hin parlementeran kirin mijara pirsa pêşniyarpirsa nivîskî, wezîrên me yên çandê û wezîrên me yên eleqedar jî bersiv dan wan pêşniyarpirsên nivîskî. Dema ku hewcedarî hîs bikin ji bo ku tilî bixin hesasiyetan hin şaxên çapemeniyê û hin alî her dem van tînin rojevê. Rastiya bûyerê ev e, ji aliyê hiqûqê ve an jî ji aliyê asûnê ve tu eleqeya vê erseyê bi Çêwliga Daristanê ya Ataturk re tune."