28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2016
VAN
Li Wanê, ji bo 4 ji 5 gumanbarên ku bi navê PKKya rêxistina terorê "malên" qaşo "ewle" çêkirine û di wan da karûbarê rêxistinê diajon û ji bo rêxistinê endaman kom dikin, ji 10 heta 12 salan cezayê hepsê hat birîn.
Li Wanê doza di derbarê 5 kesan da ji sûcê ku berî nuha bi 3 salan di hinek taxan da di jêr navê "malên ewle" da cih çêkirine û karûbarê rêxistinê di wan da diajon, ji aliyê 1emîn Dadgeha Cezayê Giran ve birêve çû.
Heyeta dadgehê ku lênihêrîna dosyayê temam kir, ji sûcê "endambûna rêxistina terorê" ji 10 heta 12 salan ceza da 4 ji wan gumanbaran û yekî ji wan jî beraat kir.
- "Heger hûn hatin girtin bêjin 'em hezkiriyê hev in"
Di biryarê da herwiha di çarçoveya sûcê ku ji dozê ra bûye mijar, D.Bya binçavkirî derbarê beşdarbûn û komîteya rêxistina qaşo "Yekîneyên Xweparastinê" (OSB) îfade da.
D.B di îfadeya xwe da destnîşan kir ku berpirsê OSByê kesekê bi navê M.T ye û got, "M.T ji min ra got, emê ji bo PKK/KCKyê bi şiklekî bidisîplîn bixebitin. Herwiha ji min ra got ku ezê bi hevalê Aydin ra bixebitim. M.T ji min û Aydin ra got, 'Heger polêsan hûn girtin, bêjin em hezkiriyê hev in. Hûnê ji îro pê da bi hev ra bixebitin û emê bi rêya Aydin bi te ra têkevin îrtîbatê'. Herwiha qewîtî li me kirin ku heta ji destê me bê em nehêlin kes gumanê ji me bike."