28 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê zagona nû de got:"Ev mesele neteweyî ye, ev mesele xwemalî ye. Di her meseleyê de, di her meselaya xwemalî de wek Serokomar ez jî heme, ez vê bi eşkere dibêjim. Zagonên heta niha hatine avakirin hemû îthal in, ne xwemalî ne. Em bi tiştên îthal ve hatin rêvebirin, mantiqên îthal bû hakimê me. Niha divê em vegerin xwemaliyê, divê em vegerin ya neteweyî yê."
Serokomar Erdogan li ATO Congresiumê axivî û ev sernav derketin pêş:
"Di vê noqteyê da divê helwestên ku guh nadin banga ji bo destûra bingehîn a nû bên terikandin û bi dilsozî pêşniyar bên gotin. Destûra bingehîn a nû çiqas bi destê hêzeke mezin û berfireh were çêkirin, helbet pêkanîn û sepandina wê jî ewqas rast û durust dibe.
Meseleya rêvebirinê bi ya min bingeha xebatên ji bo destûra bingehîn a nû ye. Li gor me li welêt dema pergala parlementeriyê derbas bûye. Di avakirina Tirkiyeya teze da digel çêkirina destûra bingehîn a nû pêwistî bi pergala serokatiyê heye.
Ez bi taybetî bangî milletê xwe dikim, ez dixwazim vê şaşiyê rast bikim. Pergala serokatiyê meseleya şexsî ya Tayyîp Erdogan nîne. Em vê wiha bizanin. Dema ku ez Serokomar bûm jî, Serokwezîr bûm jî û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê bûm jî, min qala vê pergalê kir. Me nû dest pê nekir. Em baş dersa xwe dixebitin. Ji ber ez pê bawerim ku ev pergal ji bo hedefên Tirkiyeyê rêbazeke baş e, ez vê mijarê tînim rojevê.
Di mijara pergala serokatiyê da destkeftiyeke me ya girîng jî ew e ku di 16ê tebaxa 2014an da serokomar rasterast bi destê gel hat hilbijartin. Gav hat avêtin û ev kar dimeşe. Li welatê me serokomarê ku bi vî awayî hatiye hilbijartin nikare ji rojeva siyasî dûr bimîne û bikeve asteke sembolîk. Em nikarin bibêjin ku serokomarên ku bi destê parlementoyê hatin hilbijartin li derveyî rojeva siyasî man û bêteref tevgeriyan. Divê em xwe nexapînin.
Teklîfa min ew e ku biryar ji milletê me ra were hîştin. Divê hem parlemento ji bo vê biryarekê bide, lê piştî biryara parlementoyê jî divê ji gel bê pirsîn. Biryara dawî ne parlementer, millet esîl e divê millet biryarê bide.
Pergala me ya heyî normal nîne. Bi serokomar û serokwezîrê ku hatine hilbijartin ev pargal nameşe. Îro em wek serokomar û serokwezîrê ku ji heman tevgerên siyasî tên û bi hev ra xebitîne dikarin li hev bikin. Lê ez bi serokomarekî ku ji tevgereke din dihat ra xebitîm. Ez dizanim ev bi xwe ra çi anî û çi bir. Ez ji er banê ketim, dizanim.
Çawa em li kesên ku bi navê qaşo 'cemaat'ê dixwazin dewleteke paralel ava bikin, dinyayê teng dikin, em ê dinyaya kesên ku bi navê 'xweserî, xwerêvebirin'ê hewl didin di nav dewletê da dewletekê ava bikin jî di serê wan da xerab bikin. Divê ev wiha were zanîn.
Di navbera hilbijartinên 7ê hezîranê û 1ê mijdarê da rewşeke ku me berdêla wê da çêbû? Belê çêbû. Her der bû gola xwînê? Belê, bû. Çima? Her tişt eşkere ye û li holê ye. Ji bo koalîsyonê bingeh çêbû û yên ku vê wek firsend dîtin welatê me kirin gola xwînê. Pergala serokatiyê wê bi îstiqrar û taybetiyên xwe hemû pirsgirêk û talûkeyên li ber Tirkiyeyê çareser bike."