Haydar Şahin,Abdullah Tel
27 Adar 2021•Rojanekirin: 03 Nîsan 2021
Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU), Zanîngeha Onyedî Eylulê ya Bandirmayê û Zanîngeha Hacettepeyê xebatên ji bo tesbîtkirina cureya teze ya masiya li Behra Wanê temam kirin.
Di xebatan da hat tesbîtkirin ku masiya zer û deqreş a 5-6 santêmî ya hat dîtin cureyeke masiya mercanê ye. Xêncî masiya încî kefalê cara ewil ev cure hat tesbîtkirin.
Mehmet Emîn Bîlmezê Waliyê Wanê û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin di civîna çapemeniyê ya li Fermandariya Botê ya Edremîtê da diyar kir ku li Behra Wanê masiyeke din jî tesbît kirin.

"Kete lîteratura dinyayê"
Bîlmez got berê digotin li Behra Wanê bi tenê masiya încî kefalê dijî, êdî ev fikr pûç bû û wiha pê da çû:
"Ekîbên me yên cendirmeyan salên berê di ava golê da digeriyan û dîtin ku li dora mîkrobiyolîtan masiyeke cuda heye. Li ser vê mamosteyên me yên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU), Zanîngeha Onyedî Eylulê ya Bandirmayê û Zanîngeha Hacettepeyê xebat dan destpêkirin. Di encama xebatê da masî hat tescîlkirin û kete lîteraturê. Jiyana vê masiyê li dora mîkrobiyolîtan dewam dike. Meriv ji bo vê masiyê bibînin ew ê werin Behra Wanê û soberî bikin. Înşeallah em ê vê masiyê ji bo Wan a xwe têxin nîşaneyekê."
Mustafa Akkuşê Hîndekarê Fakulteya Avê ya YYUyê jî got masî li herêmeke piçûk dijî û ev wekî mucîzeyê ye.
Akkuş destnîşan kir ku di Gola Wanê da cureya mesiyakî nû derket û ew bi vê gelek kêfxweş bûn û wiha domand: "Ev nêzî sê salan e me der heqê masiyê da lêkolîn kirin. Du hefte berê jî wan xebatan di kovareke zanistî ya li dinyê bi nav û deng e da weşand. Bi vî awayî hat tesdîqkirin ku di Gola Wanê da cureya masiyekî din jî heye. Bi saya vê agahiyê hemû lîteratura der barê Gola Wanê da ji serî heya binî wê bigûhere. Lewra heta niha wisa dihat zanîn ku di Gola Wanê da bi tenê cureyek masî heye."