Di destpêka axaftina xwe de Arinç ji hemû mêvanan re got hûn bi xêr hatin û li ser girîngiya xebatên ku di dema desthilatiya wan de di qada kurdî de hatine kirin, kir.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç di komxebatê de axivî û bal kişand ser destpêkirina weşana bi zimanê kurdî kir ku û wiha got:
“Me çend meh berê bi zimanê kurdî dest bi weşanê kir. Îro jî em li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî diaxivin. Ev gaveke zehf baş û girîng e. Em îro hatin asteke wisa ku ji ziman derbas bûne û li ser pirsgirêkên nûçegihaniyê diaxivin. Min ji Şerafettîn Elçî zehf hez dikir, lêbele Elçî 2 sal û nîv di girtîgehê de ma. Çima? Bi tene gotibû ku li Tirkiyeyê kurd hene. Ev tiştê ku anîn serê Elçî tiştekî baş nebû.”
Arinç di axaftina xwe de qala kanala TRT6ê jî kir û wiha got:
“Me beşa kurdî ji bo propagandayê veneki,r Me ji berpisiyaran re got ku ‘em ji TRT 6ê dixwazin ku ji bo malbatan bernameyan çêke û weşanê bike. Tu carî bi devê propagandayê weşanê neke. Ku tiştekî wisa hebe em ê li dijî wê derkevin. 2 sal bere jî bi hatina birêz Barzanî ve me dest bi weşana soranî kir. Gava ku birêz Barzanî hat vê dere, min jê pirsî gelo weşana soranî tê şopandin an na. Ji min re got gelek sipas dikim. Weşana we baş e. Me li TRTê deriyê îstihdamê vekir. Me di TRT 6ê û AAyê xort û xama îstixdam kirin. Jixwe êdî ji vê saetê û şûnde divê ev kes baldartir bin.”
Arinç li ser weşana pirzamanî jî axivî û qala têkiliyên navneteweyî yên li ser çapemeniyê kir. Arinç qala civîna ku li Qatarê beşdar bûbû kir û destnîşan kir ku li wê derê li ser rewşa ereban û rojhilata navîn hatiye sekinandin û li wir bi xwediyê El Cezîreyê re axivîn û wiha got:
“El Cezirê ev 3 sal e dixwaze ku li Tirkiyeyê weşana tirkî bike. Hatin cem me û ji me re qala xebatên xwe kirin. Min jî ji wan re qala Anadolu Agencyê kir. Min wan re got AA bi boşnakî jî weşanê dike gelekî bala wan kişand. Em niha bi 8 zimanan ve weşanê dikin. Ku di deste we de tiştek hebe mişteriyên we dê hebin. Nûçegihanî gelekî girîng e. Li TRTê 15 kanalên me hene. Gava ku em qalê dikin, çavê xwediyê el Cezîreyê û kanalên din vedibin û ji xwe re wek reqîb dibînin.”
Alîkarê Serokwezîr Arinç li ser dawetnameya komxebatê jî axivî û wiha pê de çû: “Hin parlementerên neteweperest ji bo vê dawetnameyê gotin ku ev cihetî ye û dawetnameya me yan qelişandin an jî paş da şandin. Çima ku ali ser dawetnameyê kurdî û tirkî nivîs hene. Ev tiştê ku wan kir ji bo yekitiya Tirkiyeyê tiştekî xelet e. Ev tevger bi kêrî me nayê wek ku mamoste jî mînak da divê em dev ji dijmintiyê berdin û wek ku dînê me emir dike em wek bira bi hev du re bijîn.”
Arinç li ser gotina Qedrî Yildirim a ku got "Em dixwazin hikûmet li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê fakulteya ragihandinê a kurdî veke" got ku em wek hikûmet van mijaran dinirxînin û wiha dewam kir: "Tiştekî wiha çima nebe. Jixwe niha li Diyarbekirê xebatên Zanîngeha Mezopotamyayê ya Taybet dewam dikin. Di pêşerojê de dibe ku di vê zanîngehê de hemû beş bi zimanê kurdî perwerdeyê bikin. Min û wan hevdîtinek kir û em ê çend roj şûn de dîsa hevdîtinê bikin."
Arinç pesnê komxebata ku bi mazûvaniya AAyê didome jî da û got ku di qada nûçegihaniya kurdî de ji bo çareserkirina pirsgirêkan lazim e ku xebatên wiha bi hevkarî bên kirin.