MHP û CHP ji bo namzedên xwe yê hevpar Îhsanoglu yê ji bo serokomariyê, îmzekirina daxwaznameya serîlêdanê cuda cuda qebûl dike.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bûn yekemîn kesê ku di nava partiya xwe de daxwazname îmzekirin.
Cîgirserokê Koma MHPyê Yusuf Halaçoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku li gel Bahçelî wekî cîgirserokên komê wî bixwe û Oktay Vûral jî daxwazname îmzekirin.
Halaçoglu diyar kir ku gelek parlementeran daxwazname îmzekirin, lê ji ber ku derve bûn hin parlementeran hê îmze nekirine. Halaçoglu bal kişand piştî ku hemû parlementeran îmze dan, ew ê wekî hemû parlementerên MHPyê daxwaznameyan bêyî kêmasî teslîm bikin.
Peyamnerê AAyê ji Cîgirserokê Koma CHPyê Akîf Hamzaçebî pirs kir, "Gelo herdu partî wê daxwaznameyên xwe hevpar an cuda cuda pêşkêş bikin", Hamzaçebî jî destnîşan kir ku hê niha kifş nebûye û dibe ku herdu jî pêk werin.
Hamzaçebî diyar kir ji bo ku serîlêdanê ew ê roja înê randevû bistînin.