ADANA
Îdianameya ku bi destê Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Adanayê Alî Dogan di çarçoveya sekinandina tirên MÎTê û lêpirsîna sîxuriyê de der barê 13 personelên leşkeriyê de cezayê muebbetê tê xwestin ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Giran a 7emîn a Adanayê ve hat pejirandin.
Îdianame 48 rûpel bi destê Wekîlê Serdozger Dogan hat amadekirin û di îdianameyê de hat destnîşankirin ku "ev mîzansena sîxuriyê ye."
Di îdianameyê de der barê 13 gumanbarî de biryara girtinê tê xwestin. Di îdianameyê de wiha tê gotin: "Ev çalakiyeke sîxuriyê ye û li dijî Komara Tirkiyeyê, MÎT û Wezareta Karên Derve hatiye kirin û di encamê de ev sîxurî bi kêrî Sûriyeyê tê."