Hat ragihandin Hakan Fîdanê ku serlêdana xwe ya ji bo bernamzediya parlementeriyê paşva kişand, îro dest bi wezîfeya xwe ya Misteşariya Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) kir.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê Fîdanê ku di 10ê sibatê da ji bo bernamzediya parlementeriyê ji wezîfeya xwe ya Misteşariya MÎTê îstifa kir û pey ra serlêdana xwe paşva kişand, îro dest bi wezîfeya xwe ya Misteşariya MÎTê kir.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di daxuyaniya xwe ya îro da wiha got: "Çawa ku min ji bo bernamzediya parlementeriyê destûr dayê, dema ku serlêdana xwe paşva bikişîne jî ez siyanetê nîşanî biryara wî didim û min do daxwaza wî qebûl kir. Di navbera min û Serokomar da di vê mijarê da cihêtî tuneye."