24 Adar 2016•Rojanekirin: 25 Adar 2016
BEXDA
Hat ragihandin ku li Iraqê operasyonarizgarkirina Mûsilê dest pê kir.
Tora Medyaya Şer a girêdayî Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku ji bo ku Mûsil ji destê rêxistina terorê DAEŞê bê xilaskirin asta yekemîn a operasyona "Feth"ê dest pê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hin gundên Mûsilê bi kontrola Fermandariya Operasyonên Hevpar ve ji hêla hêzên girêdayî operasyonên Mûsilê ji DAEŞê hatin standan.
Hat gotin ku li gundên ku paşve hatin hildan alayên Iraqê hatin daliqandin.
Fermandariya Operayonên Hevpar a girêdayî Wezareta Parastinê ya Iraqê daxuyand ku operasyona xilaskirina Mûsilê bi destê Fermandariya Operasyonên Mûsilê digel yekeyên girêdayî wê û Heşdî Şabiyê (hêza milîsên şiî) ji sê eniyan va dan destpêkirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku en-Nasir, Garmandî, Gûdeyle û Harbardana gundên ser Mûsilê hatin rizgarkirin û li van gundan alaya Iraqê hat daliqandin. Hat destnîşankirin ku hêzên iraqî pêş ketin.
"Ji baregehên DAEŞê dûr bisekinin"
Di daxuyaniyê da bangî sivîlan kirin û wiha gotin: "Ji baregeh û embarên çekan ên DAEŞê dûr bisekinin. Lewra di saet û rojên pêş me da ew ê ev der hedef bên girtin."
"Hêzên têkoşîna bi terorê ra, Heşdî Şabî û hêzên polêsên hevgirtî, ji Girava Xalîdiyê, rojavayê Enbarê û başûrê Mûsilê va êrîşê dibin ser DAEŞa rêxisitna terorê." Daxuyaniyê da ev agahî hat parvekirin û hat destnîşankirin ku ji bo xilaskirina herêmên din amadehiya operasyona tê kirin.