15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 16 Nîsan 2016
BALIKESÎR
Li Balikesîrê bi îdiaya ku endamên YDG-Ha şaxa ciwanan a PKK/KCKya rêxistina terorê ne, 16 kes hatin binçavkirin. Piraniya wan xwendekarên zanîngehê ne û sewqî edliyeyê kirin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Balikesîrê di 12ê nîsanê da operasyon birin ser gelek navnîşanan. Di operasyonê da bi îdiaya ku endamên YDG-Ha şaxa ciwanan a PKK/KCKya rêxistina terorê ne, 14 kes hatibûn binçavkirin. Di çarçoveya operasyonê da ji bajarên derdorê jî 2 kes hatin binçavkirin û hejmara wan derketibû 16an.
Li emniyetê 2 jê jin îfadeya 16 kesan hat hildan û ew sewqî edliyeyê kirin. Hat gotin ku di nav wan da rêvebirekî ji Serokatiya Navçeya Edremîtê ya HDPê jî heye.