19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Li Stenbolê bi 5 hezar polêsî va di heman demê da xebatên esayîşê hatin kirin, di xebatan da 113 kesên şikbar hatin binçavkirin.
5 hezar polêsên girêdayî ekîbên midûriyetên şaxên tirafîk, tevgera taybet, têkoşîna dijî sûcên organîze, esayîş, narkotîk û terorê xebateke bi navê "Yêditepe Hizûr"ê kirin, di xebatê da Lêkolîna Agahiyên Gişkî (GBT) ya 27 hezar û 838 kesan hat kontrolkirin.
Xebat di kordinasyona Midûrê Ewlekariya Bajêr Mustafa Çalişkan da hat kirin û 113 kesên ku ji ber hin sûcan li wan digeriyan hatin girtin. Di lêgerînan da 24 debançeyên bêrûsqet, 90 qiram hişbir û 21 şûşe alkola qaçax hat girtin.
Di lêgerînê da ji 7 hezar û 424 wesayîtên ku dan sekinandin 129ên wan ji tirafîkê hatin menkirin, ji 759 kargehên ku hatin kontrolkirin 59ên wan hatin morkirin, 292 hezar û 785 lire cezayê tirafîkê hat birîn.