ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hûrgiliyên pakêta demokratîkbûnê dê hefteya bê diyar bikin, hemû şîroveyên ku heta niha hatin kirin zû bûn, kêm bûn, ne li cî bûn.
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku reformên pakêta demokratîkbûnê wek heleqên zincîra 11 salî bi cî anîn. Serokwezîr Erdogan got ku ev ne dawîn e, mehaleyeke gelekî girîng e.