Orhan Onur Gemici
15 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2022
Emîne Erdogana hevjîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku di 15ê Temûzê de jin, mêr her welatiyek bi yek dilî, bûn sembola berxwedanê û got, "Bi biryardarî û wêrekiya wan hat nivîsandin, ew destana 15ê Temmûzê ya ku li dîrokê hat zêdekirin."
Emîne Erdogan bi boneya 6emîn salvegera hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ya 15ê Temûzê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir.
Erdoganê wiha got, "Wê şevê rêya bi milyonan kesê ku dilê xwe ji xwe re kiribûn mertal, li pêşiya tankan pêrgî hev bû. Biçûk mezinan, jin, mêr her welatî bi yek dilî bûn sembola berxwedanê. Bi biryardarî û wêrekiya wan hat nivîsandin, ew destana 15ê Temmûzê ya ku li dîrokê hat zêdekirin. Di salvegera darbeya namerd de ez şehîdên me yên demokrasiyê bi rehmetê bibîr tînim, spasiyên xwe digihînim xaziyan. Emê vê micadeleya esîl a ji bo welêt qet jibîr nekin û herdem vejînin."