24 Adar 2016•Rojanekirin: 25 Adar 2016
ŞANLIURFA
Endamên Yekîtiya Eşîrên Ereb û Tirkmenan federasyona yekalî ya ku PYDê ya baskê PKKya rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê îlan kir rexne kirin û diyar kirin ku federasyon bi mebeste perçebûna Sûriyeyê hat îlankirin û ew vê yekê qebûl nakin.
Sadetîn Mewludê endamê yekîtiyê ku bi eslê xwe çeçen e û ji Sûriyeyê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ew wek gelê çeçen 150 sal berê hatine Sûriyeyê û ew yekîtî û bihevretiya Sûriyeyê dixwazin.
Mewlut got ku ew plana perçekirina Sûriyeyê ya Esed û PYDya di bin hîmeyeya wî de ye qebûl nakin û wiha pê de çû:" DYA û Rûsya di demên dawîn de li dijî îradeya gelê herêmê tevdigerin û armanca xwe ya perçekirina Sûriyeyê raxistin pêş çavan. Partî, komên kêmnetew û yan jî aktorên ku hêzên dereke ew kifş kirine dixwazin Sûriyeyê perçe bikin. Ev welatê me bi awayê ku ew dixwazin wê perçe nebe. Em dizanin ku li hin wezaretên karên derve yên welatên rojava ev 40 sal e ji bo perçebûna Sûriyeyê plan tên kirin. Ev welat malê Esed û rêxistinên terorê yên ku ji derve ve hatine nîne. Ev welatê me hemû gelê Sûriyeyê. Esed ji destpêka şoreşê heta niha tevlî DYA û Rûsyayê ve projeya perçebûna Sûriyeyê birêve dibe. Çeçen jî di nav de kurd, ereb û fileyên ku di destpêkê de piştgirî dan şoreşê, di çarçoveya plana rejima Esed de bi destê PYDyê ve ji herêmê hatin derxistin."
Endamê Yekîtiya Eşîrên Ereb û Tirkmenan Mewlud ragihand ku rêxistinbûna terorê bi tenê ji bo gelê Sûriyeyê tehdîd nîne û gotina xwe wiha domand: "PYD gefê li ewlehî, yekîtî û ewlehiya gelê Tirkiyeyê dixwe. Ev rêxistina terorî bi tenê gefê li Sûriyeyê naxwe li ewlehiya herêmê jî dixwe. Gelê Sûriyeyê yê egît û mucahid li hemberî planên van terorîstan wê têbikoşe û azadiya xwe bi dest bixe."
- "Sûriye malê hemû sûriyeyiyan e"
Alîkarê Serokê Yekîtiya Eşîrên Ereb û Tirkmenan Ehmed Abbûd Cûxanî jî li ser navê hemû eşîrên bi hev re dijîn diyar kir ku ew bi tu awayî federasyona PYDê îlankiriye nas û qebûl nakin.
Cûxanî êrîşên terorî yên ku li Enqere û Stenbolê qewimîn jî şermezar kir û got: "Sûriye malê hemû sûriyeyiyan e. Heqê tu partî û saziyekî tuneye û nikare bi tena serê xwe li ser mijara Sûriyeyê biryarê bide."
Serokê Eşîra Wildê Mihemed Seîd Bûrsan jî destnîşan kir ku ew wek eşîrên ereb û tirkmenan federasyona PYDê îlan kiriye şermezar dikin û ji bilî yekîtiya Sûriyeyê hemû alternatîfên din red dikin.