09 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got, "Makezagona teze dibê di serê rojeva hemû partiyên siyasî da be. Ev bi tenê meseleya AK Partiyê nîne, meseleya Tirkiyeyê ye."
Serokwezîr Davutoglu li Afyonkarahîsarê di Civîna Nirxandin û Îstişareyê ya 24an a AK Partiyê de axivî û diyar kir ku heke wan li hemberî terorê dest bi têkoşînê nekiriba wê Tirkiye dibe ku ber bi aloziyekê ve gêr bibûya.
Serokwezîr Davutoglu got, "Makezagona teze dibê di serê rojeva hemû partiyên siyasî da be. Em tu carî naxwazin ku li ser vê wek polîtîkayeke rojane biaxivin. Ev meseleya bi tenê ya AK Partiyê nîne, meseleya Tirkiyeyê ye. Dibê meseleya hemû partiyên me be. Kesên ku ji bo vê tiştekî nekin ew ê hem li ber hizûra civakê hem jî li ber dîrokê berpirsiyar bin. Kesên ku vî miletî mehkumî makezagona derbeyê dikin ew ê li ber tarîxê hesab bidin."
"Em ji bo 3 bajaran parlementeran tayîn dikin"
Davutoglu di axaftina xwe da li ser hilbijartina 1ê mijdarê jî sekinî û wiha axivî: "81 bajarên me hene me ji 78 bajaran parlementer derxist. Bi tenê ji 3 bajaran parlementerê me tunin. Me wê rojê di civînê da biryar da ku ji bo van bajaran parlementer bên tayînkirin da ku bajar bêxweyî nemînin. Emê wek AK Partî wan bajarên xwe bêxweyî nehêlin. Bi biyara ku me hilda va em ê ji bo Tûncelî, Şirnex û Hekariyê serê her bajarî 2 parlementeran tayîn bikin, ewê ji bo wan bajaran bixebitin."
"Me destûr neda ku Tirkiye tevlihev bibe"
Serokwezîr Davutoglu li ser operasyonên dijî rêxistina terorê jî axivî û wiha pê da çû: "Heke me bertek nîşanî bûyerên terorê nedabûya, têkoşîna dijî terorê nedabûya destpêkirin, Tirkiyeyê wek daxwaza hin kesan tevlihev bibûya. Me destûr neda ku Tirkiye tevlihev bibe, em ê nedin jî."
"Dibê li Sûriye û Iraqê zilm û qetlîam bisekine"
Serokwezîr got dibê pevçûnên li Sûriye û Iraqê demildest bi dawî bin û wiha axivî: "Dibê li Sûriye û Iraqê zilm û qetlîam bisekine. Astengiyên li pêşiya raya gel divê bên rakirin, demokrasî bê pêkanîn. Tirkiye di mijara tesîskirina aştiyê da hewlên xwe yên semîmî didomîne. Ji bo îro û pêşeroja herêmê divê gavên aştî û lihevkirinê bên avêtin. Divê rêveberiyên ku midaxilî mijarê bûne werin ser heman rêyê û ji bo aştiyê hewl bidin. Hewcedariya herêmê bi pevçûnan tune, bi lihevkirin, çareserî û aştiyê heye."
"Wezîfeya leşkerên me yên li Başîkayê eşkere ye"
Davutoglu der barê qampa Başîkayê da jî wiha got: "Armanca vekirina qampa Başîkayê eşkere ye. Eva qampa, sala par li ser hevdîtinên bi hikûmeta Iraqê û rêveberiya herêma ra ji bo perwerdeyê hat vekirin. Paşê jî ji bo ku pêşî li êrîşên DAEŞê bê birîn lazim kir û leşker hatin şandin. Me ji bo leşkerên xwe hemû tevdîrên ku lazim dikin girt. Dema ku êrîşek hebe leşkerên me demildest bersivê didin. Do jî li dijî êrîşê demildest bersiv hat dayîn.
Wezîfeya leşkerên me yên li Başîkayê eşkere ye. Ji bo ku birayên me yên kurd, ereb, tirkmen ên ji Mûsilê xwe û herêma xwe biparêzin û bajarê xwe xilas bikin em di çarçoveya biryarên navneteweyî da perwerdeyê didin wan. Me di têkoşîna dijî terorê da tu carî tawîz neda. Em rêzê nîşanî desthilatdarî û yekîtiya erdê Iraqê didin. Hebûna me ya li wê derê ji bo parastina desthilatdarî û yekîtiya erdê Iraqê ye."